Piştî 4 salan li ser Gola Wanê geştên otobusên deryayî dest pê kir

10-06-2024
RÛDAW
Otobusên deryayî yên Gola Wanê/Wêne: Anka
Otobusên deryayî yên Gola Wanê/Wêne: Anka
Nîşan Gola Wanê Otobusên Deryayî Abudllah Zeydan Wan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî 4 salan bi beşdarbûna Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan û Neslîhan Şedal geştên otobûsên deryayê careke din dest pê kir.

Her du hevserok li gel hejmarek xelkê ji Artemêt Marinayê çûn Girava Axtamarê ku cihekî girîng ê geştyariyê ye.

“Pêwîstiya me bi yekîtiyê heye”

Hevserokê Şaredariya Wanê Abdullah Zeydan got:

“Em her dem dibêjin pêwîstiya me bi hezkirinê, bi hevkariyê, hev fêmkirinê û yekîtiyê heye.

Ji ber ku ji xeynî vê ti çareyeke me nîne. Em dixwazin bi hev re û wekhev di komareke demokratîk de bijîn.

Eger wekheviyek hebe ji xwe dê aştiya civakî jî çêbibe û dê refaha jiyana xelkê me jî zêdetir bibe.”

Hevserokê Şaredariyê Abdullah Zeydan di axaftina xwe ya ligel geştyarên ku ji Stenbol û Enqereyê hatibûn de careke din bal kişand ser aştiya civakî.

“Hêviya me her aştî ye”

Abdullah Zeydan wiha pê de çû:

“Em niha li welatekî wekî bihûşt dijîn ku wekî her bajarekî wî xweşik e.

Stenbol, Trabzon, Wan, Aydin herwiha her der xweş e û tenê tişta pêwîst aramî û aştiya civakî ye.

Hêviya me her aştî ye, eger ew çêbibe dê pirsgirêkên din jî bên çareserkirin.”

Bihayê bilêtan hat erzankirin

Serokatiya Daîreya Veguhastinê ya Şaredariya Wanê ragihand ku niha 2 otobus dê heftane 3 rojan kar bikin ku her otobusek dikare 70 kesî siwar bike. 

Li aliyê din, bihayê her bilêteke geştê jî ku berê wekî 260 lîreyên Tirkî hatibû diyarkirin, hatiye kêmkirin û welatî dê bikaribin bi 180 lîreyî geşta xwe bikin.

Herwiha ji bo xwendekaran jî her bilêtek dê bi 150 lîreyên Tirkî be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst