'Eger CHP guh nede gelê Kurdistanê dê qeyûm deynin ser Enqere û Stenbolê jî'

10-06-2024
Abdulselam Akinci
Parlamentera Dem Partiyê ya Amedê Ceylan Akça Cûpolo/Wêne: Rûdaw
Parlamentera Dem Partiyê ya Amedê Ceylan Akça Cûpolo/Wêne: Rûdaw
Nîşan Colemêg Qeyûm Amed DEM Partî DBP Protesto Ceylan Akça Cûpolo
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Parlamentera Dem Partiyê ya Amedê Ceylan Akça Cûpoloyê bangî CHPyê kir ku li hemberî danîna qeyûm dengê xwe bilind bike.

Ceylan Akça Cûpoloyê got, “Eger CHP guh nede gelê Kurdistanê sibê dê qeyûm deynin ser Stenbol û Enqereyê.”

Protestoyên li dijî danîna qeyûm a ser Şaredariya Colemêrgê berdewam dikin.

Li Amedê ji bo protestokirina danîna qeyûm a ser Şaredariya Colemêrgê meşek hat li darxistin.

Meş bi serpereştiya Partiya Heremên Demokratîk (DBP) û Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) hat lidarxistin.

Hevserokên DBPyê Keskîn Bayindir û Çîgdem Kiliçgun Uçar, parlamenterên DEM Partiyê yên Amedê, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, hevşaredarên navçeyên Amedê beşdarî meşê bûn.

Çalakiya meşê ji Taxa Ofîsê dest pê kir û li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê qediya.

“Divê AKP û MHP rêzê li gelê Kurd bigirin”

Seroka Bajarê Amedê ya DBPyê Sultan Yarayê got, “Hûn jî dibînin ku bi hezaran mirov hatine vê derê û bi biryar in ku AKP û MHP rêzê li gelê Kurd bigirin.”

Çalakvanekî jî wiha anî ziman, “Ji ber zordestiyê, înkarkirine, talankirine, ji ber ku mafê me înkar kirine em vê meşê dikin”

Çalakvanekê wiha bang kir, “Banga ji hemû milete me re heye kesên ku dengê xwe daye partiya xwe bila xwedî li dengen xwe derkevin.”

Serokê Bajarê Amedê yê DBPyê Mehmet Şirîn Gurbuz li ser egera ku dê qeyûm deynin ser 27 şaredariyên din jî wiha axivî:

“Ne 27 şaredar, ew nikarin qeyûm biavêjin ser şarederiyeke me ya din. Em qebûl nakin.”

“Eger CHP guh nede gelê Kurdistanê sibê dê qeyûm deynin ser Stenbol û Enqereyê”

Parlamentera Dem Partiyê ya Amedê Ceylan Akça Cûpoloyê got:

“Divê CHP jî guhdariya gelê xwe û guhdariya Kurdistanê bike.

“Eger ew dixwazin rojekê li vî welatî bibin desthilat divê ew jî dengê xwe bilind bikin û van qeyûman qebûl nekin.

Çimkî eger îro qeyûm avêtibin ser Colemêrgê sibê dibe ku bavêjin ser Stenbol û Enqere. Ji bo wê divê ew qebûl nekin.”

Girseya ku ji bo meşe li Taxa Ofîsê kom bûbû heta ku ji bo meşê destur derket nêzîkî du saetan di dorpêça polîsan de ma.

Girseyê bi dirûşman bertek nîşanî partiya desthilatê da û li dijî qeyûm dengê xwe bilind kir.

Piştî derketina destûrê girseya beşdar di bin çevdêriya tedbîrên berfireh ên polîsan de ji Taxa Ofîsê ber bi Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve bi sloganan dest bi meşe kir.

Çalakvan di bin germahiyeke zêde de zêdetirî sê kîlometreyan meşiyan û meş li ber avahiya Şaredariya Amedê bi dawî bû.

“Ev siyaset ji te re nabe derman”

Hevserokê DBPyê Keskîn Bayindir li wê derê axavtinek kir û wiha anî ziman:

“Ji xeynî Erdogan û Bahçelî tu kesek, tu partiyek, tu rêxistinek piştgirî nadin van polîtîkayên qeyûman.

Dunya hemû dibêje em qebûl nakin, tenê ev derdê  Erdogan û Bahçelî ye. Lê bila bizanibe ev siyaset ji te re nabe derman.”

“Wê gel rê nede qeyûman”

Hevşaredara Navçeya Bajarê Nû ya Amedê Safiye Akdagê got:

“Çi dibe bila bibe, gel li cem şaredarê xwe ne. Wê gel xwedî li îradeya xwe derkeve û wê rê nede qeyûman.”

Li ber şaredariyê piştî axaftinên hevserokên DBPyê, beşdarên protestoyê li ber stranên Kurdî govend gerandin û meş di atmosfereke şahiyê de bi dawî bû.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst