Qamişlo: Cendirmeyên Tirkiyeyê ciwanekî Kurd kuşt

10-06-2024
Nîşan Qamişlo Ciwan Kurd Cendirmeyên Tirkiyeyê Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê ciwanek ji aliyê cendirmeyên Tirkiyeyê ve hat kuştin.

Li gorî agahiyan, dema ku hinek ciwanan xwestiye derbasî ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Bakurê Kurdistanê bibin cendirmeyên Tirkiyeyê gule li wan reşandine.

Çavkaniyên nêzîkî Rêveberiya Xweser da zanîn ku bûyerê doh li gundê Dûdayê yê Qamışloyê rû daye û di heman êrişê de ciwanek jî birîndar bûye.

Herwiha ciwanek jî winda ye û heta niha jî çarenivîsa wî ne diyar e.

Heman çavkaniyan bi bîr anî ku cendirmeyên Tirkiyeyê 25ê Gulana borî jî li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ciwanê Kurd ê bi navê Yehya Ehmed kuştibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst