AMED – Êrişî çalakiya dansê hat kirin: Birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) – Li Ameda Bakurê Kurdistanê komeke ku ji 50 kesî pêk dihat tekbîr dan û wan êrişî çalakiya dansê kir, di vê êrişê de 2 kes birîndar bûn.

Dibistana dansê ya bi navê “Swingamed”ê li navenda bajêr li Parka Temayê çalakiyeke dansê li dar xist.

Piştî ku çalakiya dansê dest pê kir komeke ku ji 50 kesî pêk dihat çû parkê, wan tekbîr dan û êrişî koma dansê kir.

Hinek endamên koma dansê birîndar bûn û tîmên tenduristiyê 2 ji wan rakirin nexweşxaneyê.

Dîmenên kêliya êrişê li ser torên civakî hatin belavkirin.

“Bi hedê xwe zanibin!”

Li hêla din, Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kayayê li ser hesabê xwe yê Xê bertek nîşanî vê êrişê da û got:

“Em êrişî şermezar dikin û em li kêleka Swingamedê ne.

Em dizanin bê komên kevneperst û faşîst ên ku tehemulî reng, ciwan û jinên vî bajarî nakin ji kê re xizmetê dikin.

Em bangî wan kesan dikin ku li vî bajarî, li vê erdnîgariyê bi xewna ‘Hizbulah’ê radizin û hêvî dikin ku wê xewnê pêk bînin: Bi hedê xwe zanibin! Dûrî zarok, kolan û parkên vî gelî bibin.”