Zarokê ku bavê xwe yê cerdevan kuştibû hat girtin

10-06-2023
RÛDAW
Nîşan Amed Cerdevan Gêlê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Gêlê ya Ameda Bakurê Kurdistanê zarokê 14 salî yê ku bavê xwe yê cerdevan bi çekê kuştibû hat girtin.

Li gundê Xeydana Jor ê ser bi navçeya Gêlê ve, zarokê 14 salî M.U. yê ku bavê xwe yê cerdevan Selahattin U. bi çekê kuştibû ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat desteserkirin.

Piştî ku pêvajoya karûbarên yasayî yên M.U. yê 14 salî li qereqola cendirmeyan temam bû, ew ji bo Edliyeya Amedê hat veguhestin.

M.U. yê ku ji bo Edliyeya Amedê hatibû şandin ji aliyê dadgeriyê ve hat girtin.

Li gorî agahiyên hatine belavkirin, li gundê Xeydana Jor ê ser bi navçeya Gêlê ya Amedê ve, duh 9ê Hezîrana 2023an cerdevan û muxtarê gund Selahattin U. bi kêrê hevjîna xwe E.U. birîndar kiriye.

Her li gor wan zanyariyan, kurê wan M.U yê 14 salî jî parastina dayika xwe kiriye û bi çeka bavê xwe 3 gule li bavê xwe reşandine û ew birîndar kiriye.

Piştî ku tîmên tendirustiyê gihîştin cihê bûyerê, Selahattin Umay bi birîndarî bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazi Yaşargil hatiye veguhestin, lê tevî hemû hewldanên pizîşkan, wî kesî ji ber dijwariya birînan li nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst