Li gundekî Dirbêsiyê zarokeke 11 salî mirî hate dîtin

10-06-2023
RÛDAW
Nîşan Dirbêsiyê Wendabûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundekî Dirbêsiyê ya Rojavayê Kurdistanê cenazeyê zarokeke 11 salî hatiye dîtin ku çend roj in winda ye.

Çavkaniyeke taybet ji Dirbêsiyê ji Rûdawê re got, keça bi navê Înas Elî el-Casim a ku temenê wê 10-11 salî bû, li ber pezê xwe bûye û ji hefteyekê ve winda bûye.

Heman çavkaniyê da zanîn ku cenazeyê wê, roja Înê, li gundê Omer Zobaş ê li gundewarê Dirbêsiyê li jêr bêndereke nîskan hatiye dîtin û tê texmînkirin ku keçik hatibe fetisandin.

Li gorî heman çavkaniyê, cenazeyê wê zarokê ji bo Nexweşxaneya Xebat a li bajarê Dirbêsiyê hatiye birin.

Li ser bûyera fetisandina keça bi navê Înas Elî el-Casim de lêkolîn hatiye destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst