Li Wanê 2 karmendên şaredariyê bi çekan hev kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qerqeliyê ya ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê 2 karmendên şaredariyê bi çekê hev kuştin.

Li gor agahiyên ku hatine belavkirin, roja Înê 9ê Hezîrana 2023an li Taxa Muhmutalan a girêdayî navçeya Qerqelî ya Wanê, di otomobîlekê de di navbera 2 karmendên şaredariyê de nîqaş derketiye. Piştî demek ji nîqaşê karmendên şaredariyê yên bi navên İ.G. û M.B. bi çekê teqe li hev kirin.

Li gor zanyariyan I.G. li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye û M.B jî bi giranî birîndar bûye. Li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstî çûn cihê bûyerê û karmendê din ê şaredariyê rakirine nexweşxaneyê lê tevî hewldanên pizîşkî wî jî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye.

Hêzên ewlekariyê derbarê bûyerê de lêkolîn dane destpêkirin û ji ber egera çêbûna şerekî di navbera malbatên wan karmendên şaredariyê de tedbîrên ewlehiyê hatine wergirtin.