Di êrişeke Tirkiyê de 3 şervanên YPGê canê xwe ji dest dan
Hewlêr (Rûdaw) – Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand ku di êrişa droneke Tirkiyê de li navçeya Ehdasê 3 şervan wan canê xwe ji dest dane û û 2 şervanên din jî birîndar bûn.
Navenda Ragihandinê ya YPGê ragihand ku li ser rêya Maratê û navçeya Ehdas a Şehbayê otomobîlek a wan hatiye bombebarankirin.
Li gor daxuyaniyê di wê êrişê de 3 şervanên YPGê canê xwe ji dest dane û 2 şervanên din jî birîndar bûne.
YPGê di daxuyaniya xwe wiha dibêje: “Îro piştî nîvro saet di 16 :45an de balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirkiyê êrişî hêza me kir. Di encamê de 3 şervanên me şehîd bûn û 2 din jî birîndar bûn.”
Navenda Ragihandina YPGê nasnameya şervanên qurbanî eşkere nekirin û dibêje: “Derbarê nasnameya şehîdên me de em dê piştre daxuyaniyekê bidin.”