Li Erzeromê qeza: Şofêr mir û kesek jî birîndar bû

10-06-2023
RÛDAW
Nîşan Erzerom Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Yakutiye ya ser bi parêzgeha Erzeromê ya Bakurê Kurdistanê ve otomobîlekê li pîqabeke ku rawestiya bû da û di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.

Şeva borî 9ê Hezîrana 2023an li navçeya Yakutiye ya Erzeromê otomobîlekê li pîqabeke ku rawestiya bû da û otomobîl wergeriya. Di encamê de şofêrê otomobîlê û kesekî din yê di nav otomobîlê de birîndar bûne.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û polîs çûn cihê bûyerê û her du kesên birîndar bo Nexweşxaneya Bajêr a Erzeromê hatine veguhestin.

Lê ligel hemû midexaleyan şofêrê otomobîlê canê xwe ji dest da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst