Di protestoya dijî melayan de 8 kes hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Eskîşehîrê yê Tirkiyê beşek ji endamên Partiya Karkerên Tirkiyê (TÎP) li dijî  biryara dayîna konferansan di dibistanan de ji aliyê melayan ve xwepêşandan kirin. Di xwepêşandanê de 8 endamên wê partiyê hatin destserkirin.

Li gor protokoleke di navbera Rêveberiya Perwerdê ya Eskîşehîrê û Miftitiya wî bajarî de êdî mela dê bikarin li hemû dibistanên Eskîşehîrê gotaran pêşkêş bikin û konferansan bidin.

Ev biryar bû sedema karvedanan û roja Înê 9ê Hezîrana 2023an beşek ji endamên Partiya Karekerên Tirkiyê (TÎP) xwestin biryarê bi xwepêşandanekê protesto bikin.

Xwpêşander li caddeya Îsmet Înonû ya li navçeya Tepebaşi kombûn û dest bi daxuyaniya çapemeniyê kirin. Lê hêzên ewlakariyê destwerdan kirin û 8 endamên TÎPê hatin destserkirin. Kesên desteserkirî piştî pişkinînên pizîşkî bo Rêveberiya Ewlekariya Eskîşehîrê hatin birin.