Baroya Şirnexê: Desteserkirina 21 rojnamevanan ne hiqûqî ye

10-06-2022
RÛDAW
Nîşan Baroya Şirnexê Rojnamevan Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Baroya Şirnexê derbarê desteserkirina 21 rojnamevanên Kurd de got: “Ti kes nikare rê li azadiya gehîştina xelkê bo agahiyan bigre.”

Baroya Şirnexê 10ê Hezîrana 2022ê li ser hesabê xwe yê Twîtterê derbarê desteserkirina 21 rojnamevanên Kurd de daxuyaniyek belav kir û got ev desteserkirin ne hiqûqî ye.

Baro di daxuyaniya xwe de dibêje “Di 8ê Hezîrana 2022ê de 21 rojnamevanên Kurd bi awayê ku polîs bigrin ser mal û cihên wan ên kar hatine desteserkirin û di qonaxa yekem de rê nehatiye dayîn ku parêzerê wan ligel wan peywendiyê bikin.”

Di daxuyaniyê de amaje pê tê dayîn ku bi sedemên siyasî rojnamevan hatine desteserkirin û ti hinceteke rewa nîne û ev desteserkirin dijî demokrasî û hiqûqê ne.

Di çarçoveya lêkolîneke Serdozgeriya Komarî ya Amedê de 8ê Hezîrana 2022ê li Amedê bi operasyoneke hemewext bi ser gelek malan de girtibûn û di nav de Hevserokê Komeleya Rojnemevanan a Dicle Firatê Serdar Altan û Rêvebira JINNEWSê Safiye Alagaş jî di nav de 21 rojnamevan hatibûn desteserkirin.

Li gor agahiyên ku parêzerên rojnamevanan belav kirine dema desteserkirina wan bo 2 rojan hatiye zêdekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst