Li Rojhilatê Kurdistanê 6 kes hatin darvekirin

10-06-2022
RÛDAW
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Darvekirin Urmiye Kirmaşan Îlam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 6 welatiyên Rojhilatê Kurdistanê li zindanên Urmiye, Kirmaşan û Îlamê hatin darvekirin.

Li gor raporta rêxistinên mafên mirov, îro du zindaniyên bi navên Qilîç Şikuyî û Wehîd Bêhmeram li zindana navendî ya Urmiyê hatin darvekirin. Ew bi tometa bazirganiya bi maddeyên hişber hatibûn cezakirin.

Herwiha îro li girtîgeha Dizlawa ya Kirmaşanê kesek bi navê Eyûb Lutfî hat darvekirin. Lutfî berî niha bi tometa kuştina bi qest cezayê darvekirinê lê hatibû birîn.

Roja Çarşemê jî, dîsa li girtîgeha Kirmaşan 2 welatiyên bi navên Xesrew Tarik û Kemal Biyanîrad bi tometa kuştinê hatin darvekirin. Her wê rojê li Îlamê jî welatiyekî bi navê Setar Erxendehat darvekirin.

Rêxisina Lêborîna Navdewletî roja 25ê Gulana îsal raportek derbarê darvekirinê li cîhanê belav kir û ragihand, ji par ve darvekirin li Îranê zêde bûye û zêdetirî nîviya darvekirinên tomarkirî li seranserê cîhanê di 2021 de, li Îranê bûye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst