Di navbera Dîlok û Bexdayê de geştên esmanî destpê kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Di navbera parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê û paytexta Iraqê Bexdayê de geştên esmanî destpê kirin. Yekemîn balafira ji Dîlokê bo Bexdayê îro 10ê Hezîranê firiya.

Parêzgariya Dîlokê ragihand, bi helkefta destpêkirina geştên esmanî di navbera Dîlok û Bexdayê de li Balafirxaneya Dîlokê merasîmek hat lidarxistin.

Serkonsolê Iraqê yê li Dîlokê Ebdulwahîd Mecîd ragihand, dê destpêkirina geştên esmanî bandoreke erênî li ser bazirganiya du alî bikin.

Dîlok bajarê herî mezin ê bazirganiyê ye li Bakurê Kurdistanê, ku salane 6 milyar dolar hinardeya wê heye. Piraniya hinardeya Dîlokê bo Herêma Kurdistanê û Iraqê ye.