Li Rihayê 7 qaçaxçî û 36 koçber hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê 36 koçberên ji 4 welatan û herwiha 7 qaçaxçî bi hatin desteserkirin.

Li gor medyaya Tirkiyê, tîmên Rêveberiya Ewlekariya Rihayê, di çarçoveya rêgirîkirina koçberan, operasyonek pêk anîne.

Di operasyonê de bi hinceta veguhistina koçberan ji Bakurê Kurdistanê bo bajarên rojavayê Tirkiyê 7 kes hatin desteserkirin.

Herwiha di operasyonê de 36 koçberên Efxan, Pakistanî, Iraqî û Sûrî jî hatine desteserkirin.

Heft kesên qaçaxçî piştî temambûna karê wergirtina îfadeyên wan li Rêveberiya Ewlekariya Rihayê bo Dadgeha Rihayê hatin veguhestin. Herwiha 36 koçber jî bo Îdareya Koçê ya Rihayê hatin radestkirin.