Tirkiyê careke din gefa êrişê bo ser kampa Mexmûrê xwar

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Derve yê Tirkiyê kampa koçberan a Mexmûrê wek “hêlîna PKKê” binav kir û bi got, “Divê çareseriyek bê dîtin. Bi vê sedemê em dibêjin an em hevkarî bikin an jî bihêlin em paqij bikin.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu di bernameyeke televizyonê de jibilî dawîn pêşhatên siyasî behsa rewşa kampa koçberan a Mexmûrê jî kir.

Mevlut Çavuşoglu kampa Mexmûrê wek “kampa terorê û hêlîna PKKê” binav kir û bi gotina wî, “Divê bê paqijkirin.”

Çavuşoglu îddîa dike ku ew di mijara sivîlan de hestyar in û dibêje, “Lê civaka navdewletî jî dibîne ku ev der hêlîna terorê ye. Yên ku na xwazin bibînin jî bila bibînin û qebul bikin.”

“Divê çareseriyek bê dîtin”

Wezîrê Derve yê Tirkiyê daxwaz ji Amerîkayê jî kir ku di vê mijarê de zelal be û got, “Ji ber ya herî baş li wir îstîxbarata Amerîkayê ye û baş dizanin. Divê ji vê yekê re em çareseriyekê bibînin.”

Wezîrê Derve Çavuşoglu diyar kir ku Irak cîranekî ku bi pirsgirêkên cidî re rûbirû ye û got, “Ji ber van pirsgirêkan em dizanin di têkoşîna dijî rêxistinên terorê nehatiye asta ku em dixwazin. Bi vê sedemê em dibêjin an em hevkarî bikin an jî bihêlin em paqij bikin.”

Çavuşoglu amaje bi vê yekê dike ku Tirkiye girîngiyê dide seqamgirî, ewlekarî û geşedana Iraqê û rêz li serweriya yekparebûna axa wê digire û dibêje, “Em dixwazin vî karî bi hev re bikin. Lê eger hêza Iraqê hebe em jî dixwazin ew bixwe Çiyayê Qendîlê, Çiyayê Şingalê û Kampa Mexmûrê paqij bikin.”

Çavuşoglu diyar kir ku niha Kempa Mexmûrê di berpirsiyartiya Rêveberiya Navendî ya Iraqê de ye û got, “Rast e yê ku vê mijarê çareser bike Rêveberiya Iraqê ye lê divê Netewên Yekbûyî jî alîkar bibe. Divê kesên sivîl û teror ji hev bên cûdakirin.”

Bexda û NY rewşa kampa Mexmûrê gotûbêj dikin

Ev daxuyanî di demekê de ye ku Tirkiyê van heyamên dawîn gef û êrişên xwe li ser kampa koçberan a Mexmûrê zêde kirine.

Piştî zêdebûna gefên Tirkiyê, Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim Erecî derbarê kampa Mexmûrê de li gel Wezareta Navxwe û Lijneya Karûbarên Penaberan a Parlamentoyê civiya.

Di civînê de biryar hat dayîn kombûneke bilez derbarê kampa Mexmûrê de li gel aliyên peywendîdar û Nûnera Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) bê sazirin.

Civîn bi wê mebestê ye ku çareseriyeke guncaw bê dîtin bo çawaniya serederiya li gel dosyeya mirovî ya kampa Mexmûrê û gotûbêj li ser rewşa emnî û xizmetguzariyên rûniştvanên kampê bê kirin.

Gef û êrişên Tirkiyê li ser kampa Mexmûrê

Ev yek di demekê de ye ku roja Şemiya derbasbûyî, firokeyên bêfirokevan ên Tirkiyê kampa Mexmûrê bombebaran kiribûn û di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 3 kes jî birîndar bûbûn.

Ew êriş jî piştî wî yekê hatibû, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan hefteya derbasbûyî gefa êrişekê bo ser Mexmûrê xwaribû û gotibû, ew herî kêm bi qasî Qendîlê girîngiyê bi Mexmûrê jî didin.

Li ser pirseke derbarê Qendîlê de Serokomarê Tirkiyê amaje bi wê kiribû ku “du qendîl hene yek li Iraq û yek li Îranê, tevî ku aliyê li Îranê gelek lêdan li ser çê bû, ti encamek nehat wergirtin” got, “Piştî wê Qendîla duyem wek armanc hat diyarkirin.”

Di dewama gotinên xwe de Erdogan diyar kiribû, ew herî kêm bi qasî Qendîlê girîngiyê bi Mexmûrê jî didin û ew Mexmûrê wek hêlîna PKKê dibînin ku “li navenda bajar mezin dibe” û eger ew destwerdanê nekin dê tim berfireh bibe.

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar jî berî niha gotibû ew hewl didin di meselaya Mexmûrê de hevahengiyê li gel “birayên xwe yên Iraqî” bikin.

Akar meha Nîsanê jî di daxuyaniyekê de rexne li hebûna gerîlayên PKKê li Mexmûr û Şingalê girtibûn û gotibû, ew çaverê dikin ku “tişta pêwîst” bê kirin.

Balyoza Amerîkayê ya li NYê nerazîbûn nîşan dabû

Balyoza Amerîkayê li Netewên Yekbûyî (NY) Linda Thomas-Greenfield derbarê êrişa li ser kampa koçberan a Mexmûrê li hejmara xwe ya Twitterê daxuyaniyek belav kiribû û aşkere kiribû ku wan ji Tirkiyê re zelal kiriye ku armancgirtina xelkê sivîl ê kampa Mexmûrê binpêkirina hiqûqa navdewletî û mafên mirov e.

Linda Thomas-Greenfield, her di wê peyama xwe de gotibû, “Em nîgeranin ji tundûtûjiya li nêzikî Kampa Mexmûrê û em daxwaz ji hemû aliyan dikin rêz li mafên penaberan bigirin."

Li kampa Mexmûrê xelkê gundên sînorî yên Bakurê Kurdistanê dimînin ku ji ber êrişên Tirkiyê koçber bûne û kamp di bin çavdêriya Netewên Yekbûyî (NY) de ye.