Murat Karayilan: Pêşmergeyên li Metîna şehîd in

10-06-2021
RÛDAW
Nîşan Murat Karayilan PKK Metîna Pêşmerge Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Desteya Rêveberiya Partiya Karkeran a Kurdistanê (PKK) Murat Karayilan red kir ku gerîlayên wan li herêma Metîna êrişî Hêzên Pêşmerge kiribin û got: “Pêşmergeyên li Metîna şehîd in.”

Endamê Desteya Rêveberiya PKKê Murat Karayilan di bernameyek televizyonî de têkildarî operasyonên dawî yên li deverên Avaşin, Zap û Metîna yên  di nav sînorên axa Herêma Kurdistanê axivî.

Murat Karayilan got: “Li ser Başûrê Kurdistan jî dagirkerî gav bi gav dixwaze axê dagir bike. Piştî dagirkirina Heftanîn û qismekî Xakurkê wekî tê zanîn di 23-24ê Nîsana îsal de êrîşek li ser herêma Metîna, Zap û Avaşîn kirin. Vaye îro 46 roj temam dibin. Wisa li ser me êrîşeke berfireh heye. Dewleta Tirkiyê bi xwe dibêjin êrîşeke giştî li ser me dimeşînin. Niha li ser Başûrê Kurdistan herêmên hevalên me lê hene her tim 30 balafirên keşfê bi roj û şev hene. Ji xwe balafirên şer her hene. Tu carekê dibînî li Mexmûrê dixîne, tu carekê dibînî nizanim li ku derê dixe. Ango êrîşek li ser me heye.”

Karayilan diyar kir ku Tirkiyê berî çend mehan şandek şandiye cem wan û ji wan daxwaza agirbestê kiriye û got: “Tiştek din jî heye û bi rastî tiştekî veşartî bû. Heya niha min digot ez rojekê Kek Mesûd bibînim ez ê bi wî re parve bikim, an jî rayedarên PDKê bibînim ez ê bi wan re parve bikim. Lê niha li pêş raya giştî ya gelê Kurd ez parve dikim. Beriya vê çend mehan bi rêya hinek dostan dewleta Tirk heta Tayîp Erdogan bi xwe jî ji me re agahî şandin û gotin, 'Li nava Tirkiyeyê ango li Bakurê Kurdistan hûn agirbestê îlan bikin, lê li beşên din ê Kurdistanê hûn çi bikin jî em pê re mijûl nabin'. Ango li hemberî me agirbestê îlan bikin, vaye nakokiyên we bi PDKê re heye, herin bi wan re şer bikin. Ev leyîstokeke dijmin e. Divê em li hemberî leyîstokê dijmin hişyar bin. Dewleta Tirk her tim Kurd wisa xapandine û berdane hev. Bi vî awayî xwe bi ser xistiye. Ev dijmin e. Dîroka me heye. Di dîroka gelê me de dewleta Tirk di kîjan dîrokê de ango hem di wexta Osmaniyan de hem jî di wexta komarê de soz dabin Kurdan, sozên xwe pêk neanîne. Divê mirov vê yekê destnîşan bike.”

Karayilan ev helwesta Tirkiyê weke lîstikek dijmin bi nav kir û got: “Dewleta Tirk hertim Kurd bi vî rengî xapandine, ew berdane hev û bi vî avayî bi ser ketiye.”

Her di wê daxuayniyê de Karayilan got jî êrişek giran li ser wan heye û ew bi tu avayî ne ligel wê yekê ne ku li dijî pêşmergeyan bereyek nû ya şer vekin û ev yek ji bo gelê Kurd wek taritiyekê bi nav kir.

Herwiha Karayilan derbarê êrîşa di 5 Hezîranê de li ser pêşmergeyên Herêma Kurdistanê ku di encam de  5 pêşmerge şehîd bibûn û 7 pêşmerge jî birîndar bibûn, diyar kir ku wan bi tu avayî  talîmatek leşkerî li ser wê êrişê nedaye.

Li ser vê mijarê Karayilan got: “Ji bo vê me xwest ku yan heyetek ji herdu aliyan çêbibe, yan jî heyeteke serbixwe bila were di warê teknîkî de lêkolînê li ser bike. Me li van însanan nexistiye. Tam di wê demê de bûyerek wisa em guman dikin ku wekî planek be, provokasyonek be. Em vê dixwazin. Nehewceye vê red bikin. Ji bo xatirê ev însanên jiyana xwe ji dest dayî divê mirov vê bike. Ez vê jî bibêjim. Ew kesana bê guneh in. Me fêm kir ku gelek ji wan nizanin diçin ku derê jî. Bêguman însanên bêguneh in, jiyana xwe ji dest dane û şehîd in. Ez ji bo malbatê wan, ji bo mirovên wan sersaxiyê dixwazim. Ji bo hemû birîndaran dibêjim, derbasbûyî be. Vê bûyerê me jî xemgîn kir. Bi rastî ne tiştekî ku kesî dixwest bû. Em naxwazin di navbera me de şerek çêbibe. Lê bes ev bûyer wisa pêk hatiye. Ji bo vê em dixwazin lêkolîn bibe.”

Li Çiyayê Metîna li sînorê nahiyeya Amêdiyê li parêzgeha Duhokê, roja Şemiyê, otomobîleke Hêzên Pêşmerge rastî êrişekê hat û di encamê de 5 pêşmerge şehîd bûn û 7 pêşmergeyên din jî birîndar bûn.

Wezareta Pêşmerge têkildarî êrişê di daxuyaniyekê de ragihandibû, ku di dema pêkanîan erkekî de hêzên Pêşmerge ketine kemîna PKKê.

Hêzên Parastina Gel (HPG) berî niha îdia kiribû ku hêzên Iraqê û hêzên Pêşmerge êrişî kampên gerîlayên PKKê kirine û gotibû, “Hêzên HPG/YJA Starê jî ji bo zêdetir hêz bi pêş ve neyên guleyên hişyariyê teqandine

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst