Zeviya bi mînan dagirtî piştî 30 salan hat paqijkirin

10-06-2021
Paqijkirina mînan
Paqijkirina mînan
Nîşan Herema Kurdistanê Paqijkirina Mînan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî şerê Îran û Iraqê nêzikî 30 sal cotyarek ji qeza Şarbajêr ya nahyeya Zelanê di dawiyê de dikare li ser erda xwe ya ku bi qismî ji mîn û teqemeniyan hatiye paqijkirin bimeşe.

Cotyarê gundê Wilyawa ya ser bi qezeya Şarbajêr Heme Seîd Ebdulqadir dibêje “Di sala 1983an de ji dema ku Îran û Iraq li Şarbajêr hatin hember hev, ew dever hatin mînkirin û êdî em qet nikaribûn biçin wê derê.”

Seîd piştî 38 salan li axirê karibû ku li gundê Willyawa, li navçeya Sharbazher a Sulaimani bimeşe. Mîn û teqemeniyên ku ji şerê Iraq-Îranê mayî bi qismî ji erdê wî hatine derxistin.

Serokê tîma derxistina mîna Cebar Fatîh got “ew zevî ji çar beşan pêk tên. Me beşek paqij kir û radestî xwediyê wê kir. Me ji beşa paqijkirî hezar û 30 perçe cureyê teqemeiyê derxist.”

Her sal bi dehan kes li seranserê Herêma Kurdistanê bi teqemeniyan seqet dibin an tên kuştin. Tenê li nav vê zeviyê 9 bûyer pêk hatine.

Cebar Fatîh got jî "Heya niha, neh qurbanî ji van mînan çêbûne. Di nav wan de heşt niştecihên Willyawa hene. Çar ji wan şehîd bûn û çar jî seqet bûn.”

Herwiha Fatîh dibêje “"Di Çileya îsal de, yek ji endamên tîma me jî birîndar bû. Xweşbextane, ew niha tê dermankirin.”

Li gorî Saziya Karûbarê Mînan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji salên 1990î vir ve nêzîkî 13 hezar û 255 qurbaniyên teqîna mînan hene, ji wan 3 hezar jiyana xwe ji dest dane û 10 hezar û 255 kes birîndar û kêmendam mane.

Li nav sînorên Herêma Kurdistanê yê bi Îranê ve ne bi mînên neteqandî ve hatine dagirtin. Li herêma Kurdistanê dora 3,000 zeviyên mayinkirî hene.

Birêveberê giştî yê karûbarên Mînan ê Silêmaniyê Muhsîn Şêx Ebdulkerîm got “Paqijkirina mîn pêvajoyek hêdî ye ji ber ku hûn dixwazin jiyanê biparêzin, ne ku yên din bikin qurbanî.”

Ebdulkerîm wiha berdewam kir “Ya duyemîn, hewa û topografiya Kurdistanê çiyayî ye. Wekî mînak, eger em vî beşê ji mînan paqij bikin û serê çiyê paqij nekin, ji ber baranê bi şemitandina axê ew ê careke din bi mayinan were dagirtin.

Ji sala 1992an vir de zêdetirî 500 kîlometre çargoşe zeviyên ku bi mînan hatine dagirtin, hatine paqijkirin. 260 kîlometrê çargoşe yên mayî dê ji mînan bên paqijkirin.

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst