2,070 kesan serî li kursên zimanê Kurdî dan

10-06-2020
RÛDAW
25 komele û weşanxane hatine ba hev û bi rêya online dest bi kursên zimanê Kurdî kirine
25 komele û weşanxane hatine ba hev û bi rêya online dest bi kursên zimanê Kurdî kirine
Nîşan Zimanê Kurdî MED-DER
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hevseroka Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) Mine Karakaş ragihand ku li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê di nava 2 hefteyan de 2 hezar û 70 kesî ji bo fêrbûna zimanê kurdî serî li sazî û dezgehên fêrkirina ziman dane.

Hevseroka MED-DERê Mine Karakaş beşdarî bultena Rûdawê bû û behsa kursên fêrkiana zimanê Kurdê bi rêya online kir.

25 komele û weşanxane hatine ba hev û bi rêya online dest bi kursên zimanê kurdî kirine.

Mine Karakaş amaje kir ku hejmareke zêde ya hezkirên zimanê kurdî serî li vê kursê dane û got: “Serlêdana xelkê roja 15ê Gulanê destpê kiriye û heta 1ê Hezîranê berdewam bû. Di wê demê de 2 hezar û 70 kesan xwestine beşdarî kursên ziman ên online bibin. Pêştir me tenê kursên xwe li Amedê dida, lê niha ji hemû bajaran beşdarî dibe, lewma hejmar jî zêde ye. Kursên me dê bo heyama 6 hefteyan berdewam bikin.”

Karakaş da zanîn ku piştî serlêdanan, 27 pol hatine vekirin û bi riya bernameya ZOOM dersên kurdî têne dan û got: “Jixwe di plana me de dersên online hebûn, lê ji ber belavbûna vîrusa koroya bû pêwîstiyek.”

Hevseroka MED-DERê da zanîn ku kursên kurdî bi 2 zaraveyan, Kurmancî û Kirmanckî ango zazakî têne dayîn û wê perwerde heta 6 hefteyan berdewam bike.

Karakaşê di heman demê de eşkere piraniya mamosteyên wan ên zimanê Kurdî, derçûyên saziya wan in, piştî perwerdeyeke 9 mehî ew dikarin bibin mamoste bi mercê ku di azmûnan de serkevtî bin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Îsmaîl Beşîkçî û Nêçîrvan Barzanî /Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir

ku Nêçîrvan Barzanî ji ber ku li ser Kurdan lêkolîn kirine û di bidestxistina mafên xwe de piştgiriya gelê Kurd kiriye spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir