Rêxistina Aşûrî û Yekîtiya Siryanî piştevaniya diyaloga Kurdî dikin

10-06-2020
RÛDAW
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Yekrêziya Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di du daxuyaniyên cuda de, Rêxistina Aşûrî ya Demokrat û Partiya Yekîtiya Siryanî piştevaniya xwe bo diyaloga Kurdî-Kurdî li Rojavayê Kurdistanê nîşan dan.

Partiya Yekîtiya Siryanî ragihand ku ew piştevaniya diyaloga di navbera Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) dikin.

Partiya Yekîtiya Siryanî diyar kir ku tu kesî ji partiya wan li ser daxuyaniya kesayetiyên li dijî diyaloga Kurdî îmza nekiriye û ew daxuyanî weke fitneyekê bi nav kir.

Ji aliyê din ve Rêxistina Aşrûrî ya Demokrat jî danûstandinên di navbera herdu aliyên sereke yên li Rojavayê Kurdistanê ji yekrêziya Kurdî bi gaveke erênî pênase kir.

Partiya Yekîtiya Siryanî tekez kir û rêkxistina navmala Kurdî li ser rêya diyaloga niştimanî di navbera hemû pêkhateyên Sûrî de gaveke baş e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst