Welatiyên Rojava piştgirî, Bakur hevkarî û Başûr yekrêziyê ji Nêçîrvan Barzanî dixwazin

10-06-2020
RÛDAW
Nîşan Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro salek bi ser sondxwarina Nêçîrvan Barzanî re weke Serokê Herêma Kudistanê derbas dibe, bi vê helkevtê welatiyên Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê daxwazên xwe ji wî hene.

Îro Çarşemê 10 Hazîrana 2020an salek di ser sondxwarina Nêçîrvan Barzanî re weke Serokê Herêma Kudistanê derbas dibe. Bi vê helkevtê Rûdawê da ku bizane nêrîn û daxwazên xelkê Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê çi ne pirs ji wan kir.

Xelkê Amedê: Bila Nêçîrvan Barzanî hevkariya me jî bike

Di derbarê derbasbûna salekê li ser serokatiya Nêçîrvan Barzanî weke serokê Herêma Kurdistanê, Rûdaw nerîna çend welatiyên Bakurê Kurdistanê werigrtiye di derbarê gelo dixwazin di sala duyem ya serokatiya xwe de Nêçîrvan Barzanî çi bike?

Welatiyên Bakurê Kurdistanê di wê baweriyê de ku ji aliyê diblomasî ve, serkeftineke baş bidest xistiye di dema serokatiya xwe de ji ber ku di dema salekê de çend hevdîtinên girîng encam dan, herweha alîkariya Rojavayê Kurdistanê jî kir.

31ê Gulana 2019an Serokomarê Tirkiyê ragihand ku ew dirêjiyê didine piştgiriya Tirkiyê ji bo Herêma Kurdistanê û Nêçîrvan Barzanî di pêgeha wî ya nû de/

10ê Hazîrana 2019an de Wezîrê Derve yê Tirkiyê bi nûnerayetiya Recep Tayyip Erdogan di rêûresma destbikarbûna Nêçîrvan Barzanî de beşdar bû.

Nêçîrvan Barzanî xwedî roleke sereke bû di jihevnêzîkbûna Enqere û PKK û destpêkirina Proseya Aştiyê de.

Sala 2014an Rêberê PKKê Abdullah Ocalan  bi rêya Leyla Zana spasiya hewlên Nêçîrvan Barzanî kir, di bicihanîna proseya aştiyê de.

Di 10 salên borî de, tekezî li ser pêwîstiya çareseriya aştiyane ya pirsa Kurdî li Tirkiyê û girîngiya jidestnedana ti derfetekê ji bo aştiyê kir.

Pêwendiyên Hewlêr û Enqereyê, alûgoriya bazirganî, salane 11 milyar û 500 milyon dolar e û di encamê de bazar û derfetên kar ji bo hezaran karsaz û karkeran ji herdu aliyan, hatin peydakirin. Van pêwendiyan gelek debara jiyanê da wîlayetên nêzîkî sînorê Herêma Kurdistanê

Xelkê Qamişlo daxwaza berdewamiya piştgiriyê dikin

Serokê Herêma Kurdistanê di heyama salekê de hewl da aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê nêzîkî hev bikin. Fermanderê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî rola Nêçîrvan Barzanî bo piştevaniya nêzîkbûna aliyan û rakirina astengiyên li ber Rojava bi girîngî nirxand.

Xelkê Rojava Kurdistanê ji Serokê Hêrêma Kurdistanê daxwazê dike ku li ser piştevaniya xwe bo wan berdewam bin.

13ê Cotmeha 2019an operasyona Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê destpê kir. Nêçîrvan Barzanî di pêwendiya xwe de ligel berpirsên Tirkiyê, navçeyê û cîhanê, hewla rawestandina şer da. Ligel Amerîka û Fransayê, han da herdu aliyên sereke li Rojavayê Kurdistanê ji bo destpêkirina danûstandinê

Herêma Kurdistanê tenê deriyê fermî li ber Rojavayê Kurdistanê vekiriye.

Vekişîna rêxistinên cîhanî û negihiştina alîkariyên tendirustî, Rojavayê Kurdistanê rûbirûyî kêşeyên cidî kiriye. Roja 9ê Nîsana 2020an bi biryara Nêçîrvan Barzanî ezmûngeha pişkinîna Koronayê û amêr û rahênerên taybet hatin şand ji bo Rojavayê Kurdistanê. 23yê Nîsanê beşê duyem ji ezmûngeha taybet bi pişkinîna Koronayê û alîkariya bijîşkî li ser budceya serokê Herêma Kurdistanê hatin gihandin ji bo Qamişlo

Xelkê Duhokê hêvî dike Nêçîrvan Barzanî krîzên navxwe çareser bike

Li Duhokê  î xelk bi hêvî ne ku Nêçîrvan Barzanî bêhtir hewl bide bo çareserkirina kirîzên navxwe û başkirina rewşa Herêma Kurdistanê .

Di 10ê Tîrmeha 2019an de Nêçîrvan Barzanî di yekemîn serdana fermî de, weke serokê Herêma Kurdistanê ligel serokê Fransayê civiya û soza alîkariya Kurdistanê wergirt.22ê Çileya 2020an Nêçîrvan Barzanî ligel Serokê Amerîkayê Donald Trump civiya

Rojên 21 heta 24ê Kanûnê Nêçîrvan Barzanî beşdarî di civîna aborî ya cîhanî de, li Davosê kir. Di perawêza wê dîdarê de ligel serok, serokwezîr û wezîrên derve yên welatan civiya.

Li navxweya Herêma Kurdistanê jî gelek civînên lûtkeyî û taybet ligel hizb û aliyên Kurdistanî kirin.

Xelkê Kerkûkê: Hêviya me heye pirsa Kerkûkê çareser bibe

Nêrîna beşek xelkê Kerkûkê derbarê Nêçîrvan Barzanî de ew e ku kesekî nêzîkî hemû aliyan e, hêviya wan ew e ku ji bo çareserkirina pirsa Kerkûkê zêdetir rol werbigire.

Nêçîrvan Barzanî par li ser rewşa Kerkûkê û navçeyên kêşe li ser, nameyek ji bo sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî şand. Name piştî zêdebûna bûyerên kuştinê û derxistina Kurdan ji gundên Kerkûkê bû.

Nêçîrvan Barzanî daxwaza wê yekê kiribû ku Neteweyên Yekbûyî, di destpêkirina “diyalogeke himbiz” de, di navbera Hewlêr û Bexdayê de û cîbicîkirina madeya 140î ji destûra Iraqê, bi roleke sereke rabe.

Di kabîneya heştem de, li beramber hinardekirina petrola Kerkûkê, Hewlêrê mehane 10 milyon dolar weke pereyên petrodolar didane Kerkûkê. Nêçîrvan Barzanî ji bo çareseriya pirsa Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî, berdewam tekeziyê li ser cîbicîkirina destûrê û madeya 140î dike.

Kesekî Hewlêrî: Nêçîrvan Barzanî rikeberiya PDK û YNKê nehêle bes e

Nêçîrvan Barzanî bi siyaseta xwe ya nerm li navxwe û bihêz li derve tê naskirin. Beşek xelkê Hewlêrê ji Serokê Herêma Kurdistanê daxwazê dike ku “rikeberiya di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê” nehelê.

Nêçîrvan Barzanî Hewlêr bi keleha merdiyê û hêza mezin û sereke ya pêkewebûn û yekbûna neteweyê Kurd û hemû gelê Kurdistanê binav dike. Di serdema serokwezîriya wî de, Hewlêr geşbûn û guherîna bilez dît, çend sal in Hewlêr yek ji bajarên pêşketî û paytexta geşbûnên navçeyê ye.

Bi siyasetmedarekî nerm li navxwe û bihêz li derve naskirî ye. Gelek caran aliyên nakok ên Herêma Kurdistanê li derdora yek maseyê civandine. Di gotara xwe ya destbikarbûnê de, soz da, serokatiya Herêma Kurdistanê bibe seywaneya yekrêzî û civandina hemû hêz, alî, netewe û pêkhateyên Kurdistanê

Gencekî Silêmanî: Nêçîrvan Barzanî rola xwe di yekrêziyê de heye

Nêrîna piraniya xelkê Silêmaniyê ji derbarê Nêçîrvan Barzanî de erênî ye û gencekî Silêmanî dibêje rola wî di nêzîkîrin û yekrêziya aliyan de heye. Bi siyaseteke nerm tê naskirin û di lûtkeya pirsgirêkan de şiyana wî ya komkirina deng û nerîna dijberên xwe heye.

Nêçîrvan Barzanî di serdanên xwe de tekeziyê li ser pêwistiya aramî û pêşketina Silêmaniyê dike, û ew kire paytexta rewşenbîrî, desthilat dida parêzgar û budçe ji hemû projeyên mezin yên Silêmaniyê re veqetandine. Di şikandina ambargoyên siyasî û aborî yên 2017ê de serkeftineke mezin di rewşeke gelekî dijwar de tomar kir û ligel cîgirê xwe statûya Herêma Kurdistanê parast

Di asayîkirina peywendiyên navbera Tevgera Goran û YNKê de sala borî roleke berçav dît. Di aloziyên PDK û YNKê de li Zînê Wertê, aramkirineke zêde çêkir

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst