Mesrûr Barzanî û Mevlut Çavuşoglu peywendiyên dualî gotûbêj kirin

10-06-2019
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Mevlut Çavuşoglu Hewlêr Enqere Kurdistan Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu civiyan û peywendiyên di navbera Hewlêr û Enqerê de gotûbêj kirin.

 

Îro Duşemê (10.06.2019) Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ku ji bo beşdariya merasima sondxwarina Nêçîrvan Barzanî hatiye Hewlêrê, ligel Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hevdîtinek pêk anî.

 

Li gor daxuyaniya Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê di hevdîtinê de Mesrûr Barzanî û Mevlut Çavuşoglu peywendiyên di navbera Hewlêr û Enqerê de û geşêdanên li herêmê gotûbêj kirine.

 

Wezîrê Derve yê Tirkiyê hêviya serkeftinê ji bo Mesrûr Barzanî xwest ku dê serokatiya kabineya nû ya Herêma Kurdistanê bike. Çavuşoglu herwiha da zanîn ku ew berfirehkirina hevkariyan û pêşxistina peywendiyên dualî di her warî de pêwîst dibînin.

 

Herwiha Barzanî jî amaje bi pê girîngîdana berjewendiyên hevbeş di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê de kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst