Ebadî bo cara duyem pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Hevpeymaniya Nesir, Heyder Ebadî bo cara duyem bi helkefta destbikarbûna wî weke Serokê Herêma Kurdistanê, pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir.

 

Heyder Ebadî di twîttekê de dibêje: “Pîrozbahiyê li birêz Nêçîrvan Barzanî dikim ji ber posta wî ya nû. Ez vê helkeftê dikim derfet ji bo tekeziya li ser nirxên pêkvejiyanê û aştiyê di navbera hemû netewan, olan û pêkhateyên Iraqê de.”

 

Heyder Ebadî di berdewamiya twîtta xwe de dibêje: “Tekezî li ser berpirsatiyên wî yên nû dikim ku pêwîst e bêne bikaranîn ji bo bihêzkirina yekîtiya Iraqê û serwerî û dadperwriya di dabeşkirina samanên wê de.”

 

Ebadî herwiha dibêje: “Iraq ji bo iraqiyan e û erk e li ser wan ku wefadarî wê bin.”

 

Îro Duşemî 10ê Hezîrana 2019, di merasimeke mezin de û bi amadebûna sedan mêvanên Kurdistanî, iraqî û cîhanî, Nêçîrvan Barzanî weke Serokê Herêma Kurdistanê sonda yasayî xwar .

 

Nêçîrvan Barzanî roja 28ê Gulana 2019 ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve weke Serokê Herêma Kurdistanê hatibû hilbijartin û her hingê Heyder Ebadî bi peyamekê pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kiribû.

 

Piştî ku Nêçîrvan Barzanî îro sonda yasayî xwar, Heyder Ebadî bo cara duyem bi peyamekê ku li ser twîttera xwe belav kiriye, pîrozbahî li Serokê Herêma Kurdistanê kir.