Nêçîrvan Barzanî: Serokatiya Herêma Kurdistanê dê bibe banê komkirina hemû aliyan

10-06-2019
RÛDAW
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê Merasîm Sondxwarin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Nû yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî sondxwarinê di axaftina xwe de ragihand: “Serokatiya Herêma Kurdistanê dê bibe banê yekrêzî û komkirina hemû hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê û pêkhateyên etnîkî û olî yên hemû bîr û baweriyên ciyawaz.”

 

Îro di merasîmeke mezin de bi amadebûna bi sedan mêvanên ji Kurdistan, Iraq û welatên din ên cîhanê, Serokê hilbijartî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sonda yasayî xwar û weke Serokê Herêma Kurdistanê dest bi kar kir.

 

Nêçîrvan Barzanî di merasîmê de gotarek pêşkêş kir û spasiya hemû wan kesan kir ku deng dane wî, herwiha spasiya wan kesan jî kir ku dengê xwe nedane wî, diyar kir: “Tiştê giring berdewambûna proseya demokrasiyê bû li Kurdistanê.”

 

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir: “Cenabê Serok Barzanî roleke giring û sereke di bersivdana terorîstan û têkbirina xewna tarîperest û wêrankeran de lîst, cenabê wî weke Fermandarê Hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê bi hemû şiyana xwe rasterast beşdarî berevanî û parastina Kurdistanê bû.”

 

Nêçîrvan Barzanî da zanîn: “Di qonaxên dijwar de, ji bilî rola leşkerî ya yekalîker û bilindkirina moral û baweriya Pêşmerge li bereyên şer, cenabê Serok Barzanî bi ezmûna xwe ya nêzîkî 55 salan xebat û têkoşîna xwe di şoreş û serkirdetî û rêbertiya şoreşê de bi hîkmet û zanîn û şarezayiya xwe gelê Kurdistanê ji gef û metirsiyên rasteqîn bo qeraxên aramiyê derbas kiriye.”

 

Barzanî diyar kir: “Ev merasîma îro jî, ku zadê proseya demokrasî ye, berhema xebat û têkoşîn û xwenetewandina cenabê Serok Barzanî û têkoşerên gelê me ye, berhema xebata wan e ber bi demokratîkkirina Herêma Kurdistanê.”

 

Serokê Herêma Kurdistanê eşkere kir: “Piştî raperîna sala 1991ê di civîneke cemawerî de li Koye, bo yekem car cenabê Serok Barzanî daxwaz kir ku ji bo rêvebirina Herêma Kurdistanê hilbijartin were kirin, gelê Kurdistanê jî nûnertiya xwe di prose û dengdaneke demokratîk de hilbijêre. Xebat û têkoşîn û serkirdetîkirina Serok Barzanî îlhambexşê me ye ji bo avêtina gavên rast ber bi siberojê.”

 

Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir: “Pêşmerge îsbat kiriye ku weke her demê dikare berevaniya welat bike. Emê di qonaxên bê de hemû hewlên xwe bidin ku ji hemû aliyan ve Pêşmerge were rêkxistin û were bihêzkirin û weke beşek ji sîstema berevaniya Iraqê, maf û heqên xwe yên destûrî bi dest bixe. Em spasiya hevpeymanan dikin ku ji bo vê mebestê alîkar û piştevan in.”

 

Barzanî diyar kir: “Herêma Kurdistanê weke herêmeke federal a destûrî ya Iraqê, îsbat kiriye ku beşeke diyar û bi bandor a navçeyê û civaka navdewletî ye û rola wê ya berçav di parastina seqamgîrî û hevsengiya aborî û siyasî li navçeyê heye. Hemû pêşketinên siyasî û aborî û ferhengî û civakî yên navçeyê û cîhanê jî, bandora wan a rasterast li ser Herêma Kurdistanê heye.”


 

Tê nûkirin...

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst