Li Dêrsimê kesekî ku mêşên hingiv pêve da mir

Hewlêr (Rûdaw) -  Li bajarê Dêrsimê ji ber êrîşa mêşên hingiv kesekî canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

 

Li gundê Yayikagila girêdayî navçeya Qisla Dêrsinê 3 kes rûbirûyê êrîşa mêşên hingiv man. Piştî ku gundiyan xeber dan, tîmên bijîşkî midaxeleyî wan kesên ku mêşan bi wan veda, kirin.

 

Kazim Çadirli yê 62 salî û bavê 2 zarokan tevî midaxeleya bijîşkan canê xwe ji dest da.

 

Ji birîndaran Hidir Açil li Nexweşxaneya Dewletê ya Tunceliyê, Zulfikar Can jî li Naveda Tendirustiya Civakê ya li Qislê tê dermankirin.