EFRÎN - Li Şiyê çekdaran qedexeya hatinûçûnê ragihand

 

Hewlêr (Rûdaw)  - Li navenda nahiyeya Şiyê ya ser bi Efrînê ve, tevgera çûnûhatinê qedexe ye û çekdaran hejmarek ji welatiyên deverê jî girtine.


Welatiyekî ji nav bajarokê Şiyê yê ser bi herêma Efrîn a Rojavayê Kurdistanê ve, ji Rûdawê re ragihand, ku êvara Înê 8ê Hezîranê çekdarên Grûpa bi navê El-Emşat hejmarek ji xelkê wê nahiyeyê girtin.

 

Li gorî vê çavkaniyê, di heman çarçoveyê de Serokê Encûmena Xwecihî ya Şiyê, Ehmed Hesen hate girtin, lê piştre hate berdan.

 

Heman çavkaniyê da xuyakirin, herwiha cîgirê serokê Encûmena Xwecihî, Ehmed Şêxo û çend endamên wê yên din jî ji aliyê çekdarên grûpa El-Emşat ve hatine girtin, lê ew kes hêj nehatine berdan.

 

Li gorî gotina wî çavkaniyê tayet, hêzên çekdar li bajarokê Şiyê di amadebaşyiê de ne û tevgera çûnûhatinê jî li navenda Şiyê ji aliyê çekdaran ve hatiye qedexekirin.

 

Herwiha çekdaran rê nedane endamên Encûmena Xwecihî, ku herin şaredariyê û li ser karên xwe amade bibin.

 

Berî çend rojan nêzîkî 25 ciwanên Kurd li vê nahiyeyê, ji aliyê çekdarên opozsiyonê hatibûne girtin.