Meteorolojiyê hişyar kir: Germahî dê zêde bibe

Hewlêr (Rûdaw) – Hat ragihandin, ku vê hefteyê li Başûrê Kurdistanê germahiya hewayê dê derkeve ser 45 pileyan.

 

Rêveberê Meteorolojiya Herêma Kurdistanê Fazil Îbrahîm ji Rûdawê re ragihand, çend roj şûnde pêleke germahiyê dê ji aliyê başûr ve were û ew germahî bandora xwe li ser Herêma Kurdistanê nîşan bide.

 

Fazil Îbrahîm amaje bi yekê kir, ku germahiya hewayê ji roja duşemê pêve dê bandora xwe nîşan bide û got: “Wisa tê payîn, ku roja sêşem û çarşemê, germahiya herî zêde ya vê hefteyê be. Hewlêr 45, Kerkûk û Xaneqîn 47, Silêmanî û Duhok jî dê bibe 45 pile.”

 

Herwiha Rêveberê Meteorolojiyê Fazil Îbrahîm diyar kir, ku vê heftê li Başûrê Kurdistanê ti bajar dê dernekeve ser 50 pileyan.