“Madalya Barzaniyê Nemir” bo sekreterê komonîst

Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî “Madalya Barzaniyê Nemir” da siyasetmedar û sekreterê berê yê Partiya Komonîst a Iraqê, Ezîz Mihemed.

Li gorî daxuyaniyeke Serokatiya Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî spasî ked û xebata Ezîz Mihemed kir û jibilî amajedan bi nêzîkî û dostayetiya navbera Mela Mistefa Barzanî û EzîzMihemed, behsa rola niştimanperwerî û xebata mamoste Ezîz Mihemed di qonaxên cuda ji şoreşa rizgarîxwaza gelê Kurdistanê û Iraqê jî kir.

Barzanî di vê hevdîtinê de Madalya Barzaniyê Nemir pêşkêşî Sekreterê berê yê Partiya Komonîst a Iraqê kir.

Ezîz Mihemed di 1ê Tîrmeha sala 1924ê de li gundê Bêrkot ê nîzîkî Hewlêrê jidayik bûye û di destpêka sala 1940 de berê xwe da bajarê Hewlêrê û pêwendî bi partiya Hîwa kir.

Sekreterê berê yê Partiya Komonîst a Iraqê di sala 1946an de pêwendî bi wê partiyê re kiriye. Di sala 1948an de tê girtin û heta şoreşa 14ê Tîrmeha sala 1958an de di gitîgehê de dimîne.

Ezîz Mihemed di sala 1964an de wek Sekreterê partiya Komonîst tê hilbijartina û heta sala 1993an wek Sekreterê wê partiyê dimîne.

Tê zanîn, Ew siyasetmearê Başûrê Kurdistanê yek ji wan kesatiyên Komonîst e ku xelata Linînê wergirtiye.