Teqînek li bajarokê Tirbespiyê çêbû

Hewlêr (Rûdaw)- Li bajarokê Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê, bombeyeke vedayî teqiya û di encam de 3 kes birîndar bûn.

“Asayişa Rojavayê Kurdistanê” ku bi ser Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve tê naskirin, li ser rûpela xwe ya Facebookê nivîsandiye ku teqîn îro derdora saet 10ê sibehê li nav bazara Tirbespiyê çêbû.

Li gor wê asayişê, bombe di nav tûrekî de li bazarê hatibû danîn.

Her li li gor heman çavkaniyê, di encama teqînê de 3 kesên sivîl bi sivkî birîndar bûn.