Stenbol (Rûdaw) - Li gorî lêkolîneke ku li Stenbolê hatiye kirin, şêniyên bajêr êdî ji bo ku karibin debara xwe bikin, dikevin bin deynan û ji 5 kesan 3 kes nikarin teqsîtên qertên xwe yên bankeyan jî bidin.
Li gorî amarên lêkolînê, ji nîvî zêdetirê şeniyên bajêr dêyndarê bankan in û piraniya xelkê ji ber kartan jî ketine ber îcra, doz û dawayan.
Krîza aborî ya ku rê lê nayê girtin dike ku xelk standina qûtê xwe jî li gorî berê kêm bike û hejmara îcrayan jî gihîştiye bi milyonan.
Lezgîn Nasê 53 salî xelkê Sêrtê ye û bavê 5 zarokan e, niştecihê Stenbolê ye.
Lezgîn Nas ew 20 sal in li kuçe û kolanên Stenbolê bi ereboka xwe rojane çend kîlo sîr difroşe da pê debara mala xwe bike.
Bi vî karî wî di nava salan de 3 zarokên xwe zewicandine û kirê û kirbît bi halekî heta vê derê aniye.
Lê qeyrana aborî wekî her kesî zext li wî jî kiriye û êdî eger zar û zêç jî negihîştibana xebatê, debarkirin wekî bi milyonan kesî ji bo wî jî ketiye zehmetiyê.
Mînanî gelek bajariyên xwe yên din dêynkirin, bihabûn, kêmkirina ji pêdawistiyan û kêmbûna hêza kirînê ji bo wî jî bûye fikara sereke.
"Em çi bikin em jî şikiriya xwe bi Xwedê dikin"
Lezgîn Nas got, “Weleh hevalê delal gelekî zehmet bûye tu jî dizanî.
Piştî zar hatin piçekî îdare dibe lê ne zahfî zêde. Em çi bikin em jî şikiriya xwe bi Xwedê dikin.”
Ajansa Plandanînê ya Stenbolê (ÎPA) di raporeke xwe de diyar kir ku ku debar ji bo piraniya xelkê Stenbolê êdî bêyî deynkirinê ne pêkan e.
Li gorî amarên lêkolînê, ji sedî 52yê şêniyê bajêr êdî nikare teqsîtên kartên xwe yên bankan jî bide.
Ji sedî 33,9ê xelkê dikare mehane teqsîtên kartên xwe bide û ji sedî 8,6ê xelkê bajêr jî êdî nikare wan teqsîtên mehane jî bide.
“Li dibistanê dewek bûye 50 lîre li meclîsê lîreyek e”
Nûrettîn Bîçer wiha anî ziman, “Keko aha ev 5 kartên krêdiyê ne. Em yekê bi yekê didin, a wiha nabe.
Li dibistanê dewek bûye 50 lîre lê li meclîsê yek lîre ye. Bila li dibistanê yek lîre be ne li meclîsê.
Tu rojê sed lîreyî didî keça xwe, diçe dibistanê têrî nake û êvarê dêyndar vedigere malê.”
“Niha her kes bi kartên krediyê dijî”
Mehmet Sayin diyar kir, “Em ji karteke krediyê dikêşin pê dêynê ya din didin.
Wekî tu kumê xwe derxî û bidî serê yekî din. Tev de deyndarî ye.
Ji xwe a niha her kes bi kartên krediyê dijî.”
Kemal Kaplan ragihand, “Na weleh betlane filan nîne jixwe.
Tenê salê carê dibistan bên girtin em diçin welêt û betlaneya me ew e.
Tu bêjî tu diçî Kuşadasî û Bodrumê filan ew nîn e.”
“Em bi alîkariya derdorê debara xwe dikin”
Yaprak Çetînê got, “Weleh em deyndarê her derê ne.
Ez bi zarokê xwe re dijîm û ji hevjînê xwe veqetiyame.
Rewş gelekî pirsgirêk e û bi zehmetî em debara xwe dikin. Ew jî bi alîkariya derdorê.”
Disa li gorî vê raporê ji sedî 17,9ê xelkê nikare deynên xwe yên din jî bide û ji sedî 13,7ê xelkê gotiye ku ew nikarin debare bikin.
Ji sedî 47,4ê xelkê jî daye zanîn ku ew bi zor û zehmetî dawiya mehê tînin.
Herwiha ji sedî 60,9ê beşdarên lêkolînê jî dibêjin, wan ji tiştên ku berê distandin kêm kirine û ji sedî 97,8ê xelkê jî dibêje ku wan ji ber sedemên aborî corên xurekan kêm kirine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse