ŞIRNEX – Termê Îsmaîl Bîlîr hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê termê Îsmaîl Bîlîrê winda hat dîtin.

Îsmaîl Bîlîr 7ê vê mehê li gundê Navyanê yê Şirnexê ji bo komkirina giya ji mala xwe ya li gund derketibû lê venegeriyabû malê.

Piştî ku Bîlîr nehatibû malê, xizmên wî saziyên pêwendîdar agahdar kiribûn.

Hêzên ewlehiyê û tîmên AFADê ji wê rojê ve lê digeriyan.

Hat ragihandin ku termê Îsmaîl Bîlîr îro li zozanên li bakurê gund hatiye dîtin.