Nasnameya 3 gerîlayan hat eşkerekirin

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya 3 gerîlayên ku li Matînayê canê xwe ji dest daye eşkere kir.

HPGyê ragihand ku gerîlayên bi nasnavên Qehreman Murat, Rûbar Xemgîn û Fîraz Artêş 30ê Îlona 2022an li Metînayê “di êrişa dijmin” de canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniyê nasnameyên her sê gerîlayan bi vî rengî ne:

Qehreman Murat: Navê wî fermî Orhan Demîr e û ew ji Rihaya Bakurê Kurdistanê ye.

Rûbar Xemgîn: Navê wî yê fermî Mihemed Direwş e û ew ji Makuya Rojhilatê Kurdistanê ye.

Fîraz Artêş: Navê wî yê fermî Muhammed Heliç e û ew Kobaniya Rojavê Kurdistanê ye.