Dêrezor: 4 şervanên HSDyê canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) – HSDyê diyar kir ku li bajarokê El Şihêlê yê Dêrezorê di 2 êrişên cuda de 4 şervanên wan canê xwe ji dest daye û 7 şervanên wan jî birîndar bûne.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku DAIŞê li bajarokê El Şihêlê yê Dêrezorê bi otomobîleke bombebarkirî êrişî xaleka wan a leşkerî kiriye.

HSDyê di berdewamiyê de got:

“Xwekujê ku otomobîl diajot, nêzîkî deriyê sereke yê xala me ya leşkerî bû û xwest derbasî hundirê xala serbazî bibe.

Lê şervanên me rûbirûyê wî bûn û wan nehişt ku derbasî hundir bibe.

Ji ber wê jî terorîst neçar ma ku otomobîla xwe li ber derî biteqîne.

Di encamê de 3 şervanên me şehîd bûn û 7 şervanên me jî birîndar bûn.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de jî HSDyê eşkere kir ku di dema ku şervanên wan birîndarên xala leşkerî derman dikirin û cenazeyên şervanan radikirin de milîsên nêzîkî Hikûmeta Sûriyeyê êrişî wan kirine.

Li gorî daxuyaniya HSDyê şervanekî wan jî ji ber êrişa milîsên Hikûmeta Sûriyeyê canê xwe ji dest daye.