Serdeşt: Îranê dîsa kolberek kuşt

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê kolberekî din ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hat kuştin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Hengawê di raporekê de ragihand ku Supaya Pasdaran a Îranê roja pêncşemê li ser sînorê Serdeştê û Herêma Kurdistanê bi doçkayê karwanekî kolberan gulebaran kirine.

Hengawê amaje bi wê yekê jî kir ku ew kolberên hatine gulebarankirin li aliyê Herêma Kurdistanê bûne.

Li gorî rapora Hengawê kolberê bi navê Salar Ehmediyê 33 salî bi guleyên doçkayê hatiye kuştin.

Hengawê eşkere jî kir ku Salar Ehmedî ji gundê Nelasê yê nahiyeya Serdeştê ye.

Li gorî zanyariyan heta niha jî cenazeyê Salar Ehmedî ji bo Serdeştê nehatiye veguhastin.

Li gorî rêxistinên mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê ji 1ê Gulanê ve li bajarên Bane, Seqiz û Serdeştê 5 kolber ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatine kuştin.