Li Amedê li kêleka Çemê Dîcleyê cenazeyek hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê li kêleka Çemê Dîcleyê cenazeyê mêrekî hat dîtin ku nasnameya wî nehatiye zelal kirin.

Roja Çarşemê 10ê Gulana 2023an li navçeya Sûrê ya parêzgeha Amedê li kêleka Çemê Dîcleyê termek hat dîtin û piştî agahdarkirinê tîmên tendirûstiyê çûye cihê bûyerê û li gor lêkolînê term yê mêrekî 20 salî ye û ti nasnameyek li ser wî nehatiye dîtin.

Termê kesê hatiye dîtin bo Saziya Pizîşkî ya Edlî hatiye şandin.

Li gor zanyariyan derbarê bûyerê de lêkolîn û ji bo tespîtkirina nasnemeya wî kesî jî kar û xebat hatiye destpêkirin.