Li Dîlokê di navbera endamên AKP û CHPê de şer derket

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeh Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê di navbera endam û alîgirên AKP û CHPê de şer derket û li hev dan, di encamê de 5 kes birîndar bûn û kesek jî hat desteserkirin.

Li gor agahiyan, dema herdû grupan kar û xebatên hilbijartinê dikirin, êvara 9ê Gulanê li navenda bajarê Dîlokê dema liqayî hev bûn, di navbera wan de nîqaş derketiye û piştre bûye şer û bi keviran li hev dane û 5 kes birîndar bûne.

Tê gotin; Endamê Rêveberiya Şaredariya Şehîtkamil Ersîn A. bi demançeyê gule ber bi esman berdane.

 Li ser agahdarkirinê polîs bo cihê bûyerê hatin şandin.  Ji herdû aliyan 5 kesên birîndar bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.

Herwiha Ersîn A. jî ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.