Li Qamişloyê ji bo Partiya Çepên Kesk mîtîngek hat lidarxistin
Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê ji bo piştgiriya Partiya Çepên Kesk di hilbijartinên Tirkiyê de mîtîngeke hat lidarxistin.
Bi hezaran welatî ji bajar û bajarokên Cizîra Rojavayê Kurdistanê beşdarî mîtînga ku li Stadyuma Şehîdên 12ê Adarê ya bajarê Qamişlo ji bo piştgirîkirina Partiya Çepên Kesk hat lidarxistin bûn.
Herwiha Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Asya Ebdullah û Hevserokê Encûmena Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Hikmet Hebîb wek axaftvan beşdarî mîtîngê bûn.
Asya Abdullah di axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna Partiya Çepên Kesk a ji bo demokrasî, edalet, wekhevî û aştiyê û got “Îro hemû gel hêvî dikin ku di 14’ê Gulanê de dawî li dagirkeriyê bê û ji bo hilweşandina faşîzmê têdikoşin. Em berxwedana gelên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ya ji bo demokrasiyê li dijî faşîzm, kuştina jinan, şer, îşkence û girtinên silav dikin û serketinê dixwazin.”
Li aliyê din Hikmet Hebîb bang li hêzên demokrasiyê yên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê kir û got, “Di vê pêvajoya dîrokî de pêkanîna guhertinan û dawî li zilmê anîn, berpirsyariya we ye.”