Li Semsûrê rojeva xelkê ji hilbijartinan zêdetir debar û xema li dû erdhêjê ye

10-05-2023
Rawîn Stêrk
Li Semsûrê rojeva xelkê ji hilbijartinan zêdetir debar û xema li dû erdhêjê ye
Li Semsûrê rojeva xelkê ji hilbijartinan zêdetir debar û xema li dû erdhêjê ye
Nîşan Semsûr Hilbijartin
A+ A-

Semsûr (Rûdaw) - Yek ji bajarên ku xisareke giran ji erdhêjê dîtibû Semsûr e. Bajarê ku zêdetirî du hezar avahî ruxiyabûn hewl dide birînên xwe bipêçe. Li nava bajêr hemû aliyên siyasî kampanyayeke berfireh bo hilbijartinan dimeşînin lê rojeva xelkê debar û xema li dû erdhêjê ye.

Semsûr a Bakurê Kurdistanê ye ku di erdhêjên 6ê Sibatê de li gor amarên fermî zêdetirî 6 hezar kesan canê xwe jidest dabûn. Bajar bi hatina biharê ji qalikê xwe derketiye û partiyên siyasî germahiya hilbijartinan lê reşandine. Bes baweriya bi siyasetê kêm e.

Selîm Çakir namzetekî serbixwe ye ku temenê xwe di nava MHPê de derbas kiriye. Niha ji hizba xwe veqetiyaye û gazindan dike ku xelk nebûye xema kesî.

Selîm Çakir got, “Heta niha bi salan em weke herkesî li dû partiyekê çûn. Lê li vir erdhêjek bû û di erdhêjê de xelk li lûtkeya bêxwedîmayînêbûn û bêçaretîya herî xirab jiyan. Min dev ji partiyan berda û ji bo ku hişmendiyeke Semsûrîbûnê pêk bînim ez bûm namzetê serbixwe. Tenê weke kesekî Semsûrî hewl didim herkesî hembêz bikim. Partiyên siyasî li qadên xwe dîktatoriya xwe ava dikin.”

Li bajêr kavil bi temamî hatine rakirin û zêfeyî 200 hezar kes li konan, dora 70 hezar kes jî li konteyneran hatine bicîkirin lê yên ku cihek bidest neketine bi gazinc in.

Yusuf Benlî anî ziman, “Erdhej bû, lawikê min mir, bûk mir, 4 neviyên min mirin. Min konteyner xwest lê nedane min. Ez li mizgeftê radikevim.”

Aboriya bajêr bi temami jinav çûye. Pîşesazî, bazirganî û sevalgerî hema bêje bi dawî hatiye. Maye titûn ku sereketirîn debara bajêr jî ew e û salê dora 10 hezar ton lê têne berhevkirin.

Mahmut Yukka got, “Feqîr û hejar tên tepisandin. Ava vexwarinê tune, rewşa milet xirab e. 3 rojan xwarziyê min di bin kavilan de bû. 3 rojan me ne berpirsekî şaredariyê, polîsek ne leşkerek dît.”

Di erdhejê de nêzî 3 hezar avahî rûxiyabûn, 4 hezarê din divê bêne rûxandin lê hîn dor nehatiye wan. Ji 600 hezar nifûsa bajêr ew ên mayî di 14ê Gulanê de herin dengdanê lê heta wê demê rojev debar e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst