Cotkar ji Rêveberiya Xweser dixwazin ku nirxê genim û ceh bêne sabitkirin

10-05-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Rêveberiya Xweser Genim û Ceh
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di demekê de ku bihayê pereyên Sûrî gihiştiye 8 hezar û 700 lîreyan li beramber 1 dolarê Ameîrkî, nirxê 1 kîlograma genim bi 43 sentan hate destnîşankirin, ku dike 3 hezar û 741 lîreyên Sûrî. 1 kîlograma ceh jî, bi 35 sentan hatiye destnîşankirin, ku dike 3 hezar û 45 lîreyên Sûrî.

Hevterîpî wê yekê jî, hikûmeta Sûriyê nirxê 1 kîlogram genim ji bo îsal, bi 2 hezar û 300 lîreyan û 1 kîlogram ceh jî bi 2 hezar lîreyan destnîşan kiriye.

Sala 2022yan jî, hikûmeta Sûriyê nirxê kirîna 1 kîlogram genim bi 2 hezar lîreyan destnîşan kiribû, li beramber wê jî, Rêveberiya Xweser ji bo werzê sala 2022yan nirxê 1 kîlogram genim bi 2 hezar û 200 lîreyên Sûrî û 1 kîlogram ceh jî, bi 1 hezar û 600 lîreyan, destnîşan kiribû.

Hevserokê Desteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Xweser Mihemed El-Dexîl got "Lihevkirin li ser nirx hate kirin, bi awayekî ku 1 kîlogram genim bi bihayê 43 sentên Amerîkî, nirzê 1 kîlogram ceh jî, bi bihayê 35 sentên Ameîrkî."

Destnîşankirina nirxê ceh û genim bi bihayê dolar, vedigere wê yekê ku piraniya xercî û pêdawîstiyên cotkar bi dolar têne dabînkirin û kirîn.

Endamê Kommisyona Giştî ya Cotkaran li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ubeyd El-Nehar dibêje "Em gihiştin wê yekê ku nirxê 1 kîlogram genim bi 43 sentan be, nirxê ceh jî 35 sent be. Bi vî nirxî xerckirina dolar li ber çavan hate girtin, ev nirx jî li beramber vê dorpêçê ye ku li ser navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibe, dorpêçeke abûrî, siyasî û ewlehî, lewma dolar li ber çavan girt, ji bo parastina cotkar ji ber ku piraniya xerciyên wî û pêdawîstiyên berhemanînê yên cotkar bi dolar dibin."

Cotkar Îdrîs Temo anî ziman “Îro metirsî heye miletê herêmê de ku biha 43 sent be. Îro dolar derdora 9 hezar Lîreyê Sûriyê de ye, sibe dakeve bin 7 hezar lîreyê Sûrî hêviya me ew e ku Rêveberî li ser bihayê dolar ê îro binirxîne.”

Desteya Abûriyê ya Rêveberiya Xweser ragihandiye ku, qebareya berhema genimê îsal digihêje derdora 1 milyon ton genim, bi vê yekê jî Rêveberiya Xweser dê hemû berhema genim ji cotkaran bikire, wiha jî dibe ku bihayê pereyên kirîna wê berhemê ji karîna darayî ya Rêveberiya Xweser bêhtir be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst