Li Amedê du herêm hatin qedexekirin

10-05-2023
RÛDAW
Nîşan Amed Qedexe Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Pîran ser bi parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, herêma Çiyayê Gorus û herêma di navbera gundên Şîngiringa Jorîn, Pirîjman û Herîdan de bo 15 rojan wek “Herêma Ewlehiya Taybet a Demkî” hatin ragihandin.

Parêzgariya Amedê ragihand ku li navçeya Pîranê herêma di navbera gundên Şîngiringa Jorîn, Pirîjman û Herîdan û Herêma Çiyayê Gorus ji 19ê Gulana 2023 demjimêr 00:01 heta 2ê Hezîrana 2023an bo dema 15 rojan wek “Herêma Ewlehiya Taybet a Demkî” hatine ragihandin.

Parêzgarî di daxuyaniya xwe de dibêje: “Biryara qedexeyê bi armanca, dabînkirina ewlehiya neteweyî, parastina ewlehiya raya giştî, parastina asayîşa giştî û maf û azadiyên bingehîn û rêgirîkirina bûyerên tundûtûjiyê hatiye wergirtin.”

Parêzgarî herwiha dibêje, çûna welatiyan bo “Herêma Ewlehiya Taybet a Demkî” qedexe ye û kesên biçin dê rûbirûyê ceza bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst