Li Herêma Kurdistanê 9 bendav têne çêkirin

10-05-2021
Nîşan Bendav Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku 9 bendavên stratejîk ên mezin dê li Herêma Kurdistanê bêne çêkirin.

Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di kombûna Wezarata Plandanîn û Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê de û nûnerê Serokatiya Dîwana Encûmena Wezîran de avakirina bendavên stratejîk û projeyên mezin ên avdaniyê li Herêma Kurdistanê hate gotûbêjkirin.

Her wekî di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku di civînê de biryar hatiye dayîn ku deriyên Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê vekiriye ji kompaniyên ku dixwazin projeyên xwe yên di vî warî de pêşkêşî wezaretê bikin bi mebesta avakirina bendavan.

Herwiha hat zelalkirin ku ev pêngav di çarçoveya kempînekê de ye ku Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê bi hemahengî li gel wezaretên din weke pilanek bo rûbirûbûna ziwabûnê li Herêma Kurdistanê daye destpêkirin.

Li Herêma Kurdistanê 17 bendavên mezin û 14 bendavên biçûk hene ku 10 milyar metrekup avê lixwe digirin.

Li gorî masterplanekê  ku hikûmeta Herêma Kurdistanê amade kiriye, ji bo bendavê 240 cih hatine diyarkirin, weke qonaxa yekemîn a nirxandina çêkirina 50 bendavan ku 18 ji wan mezin in.

Diviyabû di navbera salên 2013-2017 an de li her du parêzgehên Herêma Kurdistanê, Silêmanî û Duhokê 25 bendav bihatan çêkirin, lê belê ji ber krîza aborî ev pere nehatibû xerckirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst