VIDEOWALL – Projeyên Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê

10-05-2021
RÛDAW
Rêveberiya Xweser, hejmarek proje xistibûne plana xwe, lê piraniya wan ji ber rewşa coronayê nehatin cîbicîkirin
Rêveberiya Xweser, hejmarek proje xistibûne plana xwe, lê piraniya wan ji ber rewşa coronayê nehatin cîbicîkirin
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Proje
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser, di sala 2020an de, hejmarek proje xistibûne plana xwe, lê heta niha piraniya wan projeyan nehatine cîbicîkirin yan jî nehatine biserîkirin.

Li gorî zanyariyên berdest ji aliyê Hevserokatiya Desteya Rêveberiya Xwecihî û Jîngehê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di nav de jî Rojavayê Kurdistanê, di sala 2021ê de, kar li ser hejmarekê ji projeyên xizmetguzariyê dikin, ku piraniya wan projeyên sala 2020an bûn.

Li gorî ragihandina Hevserokatiya Desteya Rêveberiya Xwecihî û Jîngehê ya Rêveberiya Xweser, bi sedema coronayê piraniya projeyên wan, di sala 2020an de hatibûne derengxsitin yan ragirtin, lê tê pêşbînîkirin ku di sala 2021ê de, kar li ser wan projeyan careke din bê aktîvkirin û ew projeyên ragirtî bêne biserîkirin, herwiha çend projeyên nû jî bêne kirin.

Ji wan projeyan: “Kişandina ava Çemê Xabûr ji bo bajarê Hesekê. Kişandina ava Çemê Ferat ji bajarokê Suwer li gundewarê rojhilatê Dêre Zorê, ji bo navçeyên başûrê Hesekê. Projeya avrêjinê li Taxa Hilko ya bajarê Qamişlo. Nûkirin û amadekirina rêya Reqa-Hesekê.

Biserîkirina projeya cihê avêtina zibil û bermayan li Qamişlo, ku hêj kar tê de berdewam e.

Ziftkirina rêyên giştî yên navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Di nav de jî, çaksazkirina kenalên avê yên ku jikar ketine, ji bo avdaniya zeviyên çandiniyê.

Herwiha amadekirina sayloyên dexlûdanan, bi taybetî li navçeyên Cizîrê.

Ji wan projeyên ku tê pêşbînîkirin li Herêma Ferat jî bêne biserîkirin û cîbicîkirin: “Dirustkirina cihê taybet bi avêtina zibil û bermayan, li Kobaniyê. Nûjenkirina rêya Reqa-Bendava Tişrîn li Minbic. Amadekirina pira nû ya Reqayê. Biserîkirina rafîneriya ziftê ji bo çakirina rêyan. Kişandina hêleke avê ji bo bajarê Minbic û derdorê. Çakirina rêyan bi kevirên şikestî, bi dirêjiya 300 kîlometreyan. Çakirina rêyan bi qûm û bermayên newalan bi dirêjiya 600 kîlometreyan. Ziftkirina rêyan bi dirêjiya 125 kîlometreyan. Cîbicîkirina projeyên avrêjinê bi dirêjiya 29 kîlometreyan. Çêkirina 8 parkan di nav bajarên Herêma Ferat de. Ronîkirina rêyan bi dirêjiya 40 kîlmetreyan, li Herêma Ferat.Çêkirina şosteyan (resîfan) bi dirêjiya 250 kîlometreyan li nav bajarên Herêma Ferat.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst