Çawîşê pispor diş û hevlingê xwe kuştin

10-05-2020
RÛDAW
Nîşan Erzirom Palandoken Çawişê Pispor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Erziromê ya Bakurê Kurdistanê, leşkerekî ku ji erk hatiye dûrxistin, bi demançeyê teqe li diş û hevlingê xwe kir û ew kuştin.

Li parêzgeha Erziromê çawîşekî pispor ku ji kar hatiye dûrxistin destpêkê hevlingê xwe û piştre dişa xwe kuşt.

Bûyer şeva derbasbûyî demjimêr derdora 22.10an li taxa Yildizkent ser bi bajarokê Palandokenê ve qewimî.

Li gor zanyariyan, çawîşekî pispor ê bi navê M.T. ku temenê wî 41 sal e û ji kar hatiye dûrxistin, çû ber deriyê hevlingê xwe yê bi navê F.O.yê 27 salî.

Her li gor zanyariyan, M.T. li derve disekine û dema hevling û dişa wî ya bi navê H.O. ya 29 salî li otomobîlê siwar dibin, bi demaçeyê diçe ba wan û destpêkê teqe li hevlingê xwe dike û paşê li dişa xwe ku dixwest bireve.

Li ser agahdarkirina aliyên peywendîdar tîmên tendirûstiyê gihiştin cihê bûyerê, lê F.O. di nav otomobîlê de canê xwe ji dest da û H.O. jî ku bi giranî birîndar bûbû bo nexweşxaneyê hat veguhstin û wê jî li wir canê xwe ji dest da.

M.T.yê ku diş û hevlingê xwe kuştin ji aliyê polîsan ve hat girtin. Lê heta niha nehatiye zelal kirin ka çawîşê pispor ji ber çi diş û hevlingê xwe kuştine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst