Xelkên Qamişlo gazinan ji qerebalixa trafîkê dikin

Qamişlo (Rûdaw) - Xelkên bajarê Qamişlo gazinan ji qerbalexa trafîkê di nava bazarê de dikin, û ew dibêjin ku ji ber girtina riyan û pirbûna rêbendan qerebalexeke zêde di nava bazarê de ҫê bûye.

 

Li bajarê Qamişlo welatî gazinan ji qerbalexa trafîkê dinava bazarê de dikin, welatî dinbêjin ku ji ber girtina riyan û pirbûna rêbendan fişar û qrbalexeke zêde di nava bazarê de ҫê bû ye lewma ji Hikûmeta Sûriyê û Eêvberiya Xweser daxwaza vekirina rêyan.

 

Xelkê bajarê Qamişlo yê rojavayê Kurdistanê sedema qerebalixiya rêyên bajrê vedgerînin zêdebûna rêbendan û  girtina hejmarek ji rêyên sereke.

 

Derbarê vê yekê de Welatiyekî ji Qamişlo Mehmûd Ehemed ji Rûdawê re wiha got: “Dikane me li bazarê ye, û du otomobîlên me hene. Ji bo tu cih ji otomobîla xwe re bibînî divê  berî heftê sibê bê bazarê. Ev der gelek qerebalix dibe. Em dixwazin rê vebin û trafîka bajêr rêkûpêk be.”

 

Welatiyê bi navê Ella ElTelac jî got: “Qerbalexek zêde li bazarê ҫêbû ye. Otomobîl zêde bûne û rê jî girtî ne. Xwezî  van rêyan vekin. Eger tu bi Otomobîla xwe werî divê tu ji derviyî bazarê otomobîla xwe bihêlî.

 

Hikûmeta Sûriyê di nava bazara Qamişlo de rêya Xerbiyê û şaxên wê girtine û bi wê yekê qerbalexa rêya giştî zêde bû ye.

 

Girtina rêyan ziyanê ne tenê li welatiyan dike herwiha li karê teksiyan jî dike û ajakor jî bi hêvî ne ku tevahiya rêyên girtî bêne vekirin da ku karê wan hêsan bibe.

 

Ajaokarê teksiyê Ebêd Ezîz Ehemed jî wiha axifî: “Piraniya rêyên Qamişlo li nava bazarê girtî ne û qerbalexî ҫêdibe. Em xwediyên teksiyan gelek ziyanê dibînin. Hin cade em nîv seatê lê dimînin, û bûyerên trafîkê jî ҫêdibin. Em dixwazin ku di zûtirîn dem de rêyên me vekin.”

 

ji destpêka aloziya Sûriyê ve rewşa ewlehî li piraniya dever û bajaran têkҫûye. L bajarê Qamişlo jî Rêvberiya Xweser, hikûemta Sûriyê û hêzên bi ser ve rêyên li pêş navendiyên xwe yên ewlehiyê girtine. Ev yek dibê sedema aloziya trafîkê.