Polîsê Silêmaniyê bersiva Serokwezêrê Iraqê da

10-05-2017
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Kurdistan Polîs Silêmanê Kerkûk Şîrketa Gaza Bakur Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) – Rêveberê Polîsê Parêzgeha Silêmaniyê gotinên Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî red kir, ku gotibû çend polîsên Silêmaniyê  di kuştina Cîgirê Rêveberê Şîrketa Gaza Bakur li Kerkûkê de dest hebûne û da xuyakirin, ku gotinên Ebadî ji rastiyê dûr in.

 

Newzad Elî Kerîm di daxuyaniyekê de ji Rûdaw re ragihand , axavtinên Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî yên derbarê kuştina Cîgirê Rêveberê Şîrketa Gaza Bakur li Kerkûkê Mihemmed Yûnis Salih de nerast in   .

 

Elî Kerîm got: “Bo çûna me bo Kerkûkê yan her parêzgeheke din û ji bo her çalakiyekê, divê rêveberê giştî yê polîsê Herêma Kurdistanê, Parêzgarê Kerkûkê û dadwerê wê navçê bên agahdarkirin. Ji ber vê jî eger polîsê me çûbin, divê ew aliyan jî hatibin agahdarkirin û ev axavtinên Ebadî nerast in.”

 

Roja sêşembiyê 2ê Gulana îsal, Cîgirê Rêveberê Şîrketa Gaza Bakur li Kerkûkê Mihemed Yûnis Salih, li gel pasevanekî xwe li nêzîkî  Qada 1ê Hezîranê li bajarê Kerkûkê , ji aliyê  çend kesên çekdar ve hatin kuştin.

 

Hatibû ragihandin, ku kesên çekdar di nav otombîleke ji curê BMW gulle li Mihemed Yûnis Salih reşandine û ew û pasevanê wî kuştine.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst