Galeriya wêneyan

10-05-2017
13 Photos
RÛDAW

Silêmanî (Rûdaw) – Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê 4 helîkopterên taybet ji bo rêveberiyên parêzgeha Silêmaniyê dabîn kir.

 

Îro çarşembî her 4 helîkopter gihîştin Firokexaneya Navdewletiya Silêmaniyê û radestî Rêveberiya Parêzgeha Silêmaniyê hatin kirin.

 

Li gorî agahiyan Rûdawê, 2 ji wan helîkopteran ji bo Rêveberiya Bergiriya Şaristanî û bo bikaranîna wan li cihên zehmet in û 2 helîkopterên din jî ji bo Polîsê Trafîkê û Hawarhatina Bilez li Silêmaniyê ne.

 

Nêzîkî 2 salan bû ku ew her 4 helîkopter ji şîrketeke ewropî hatibûn kirrîn, lê belê ji ber xûlên rahênan û perwerdeyê yên firokevanan (pîlotan), proseya radestkirina wan helîkopteran bi Herêma Kurdistanê hatibû paşxistin.