Amed (Rûdaw) - PAK li 5 Bajaran Konferansên bi navê " Di 100 Salîya Sykes-Pîcotê de Pirsa Kurd û Kurdistanê" lidardixe
Ofîsa Çapemenî û Ragihandinê ya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) di daxuyaniyekê de ragihand, ku di sedsalîya peymana Sykes-Pîcotê de PAK dê li 5 bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê konferansên bi navê " Di 100 Salîya Sykes-Pîcotê de Pirsa Kurd û Kurdistanê" lidardixe.
Di daxuyaniyê de tê gotin, ku konferansên PAKê dê ji Batmanê dest pê bike û li Wanê bi dawî were.
Ji billî Batman û Wanê, PAK dê li bajarên Stenbol, Amed û Îzmîrê jî konfransan saz bike.
Li gor daxuyaniyê dem, saet û cihê van konferansan;
Batman: 13.05.2016 (Înê) - 17.30 - Navenda Çandê ya Kevn
Amed: 14.05.2016 (Şemî) - 14.00 - Lîlûz Otêl Hola Konferansê
Stenbol : 15.05.2016 (Yekşem) - 14.00 - Hola Konferansê ya Cezayîrê - Beyoglu
Îzmîr: 17.05.2016 (Sêşem) - 19.00 - Hola Tepekule Egeyê- Bayraklı
Wan: 21.05.2016 (Şemî) -15.00 - Hola Tuşbayê ya WAN TSOyê
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse