Şêx Mehmûd Yeşîl bi merasîmeke girseyî hate binaxkirin

Amed (Rûdaw) – Siyasetmedar û rewşenbîrê kurd Şêx Mehmûd Yeşîl  di bûyereke trafîkê de jiyana xwe ji dest da.

Rewşenbîrê kurd Şêx Mehmûd Yeşîl li Amedê duh  roja Yekşemê  di bûyereke trafîkê jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wî ku bi Ala Kurdistanê hatibû pêçandin bi konvoyeke mezin  ber bi Farqînê  û goristana gundê Baxçayê ve bi rêket.

Cenazeyê Şêx Mehmûd Yeşîl bi beşdarîya girseyeke  mezin hate definkirin.

Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê Mustafa Ozçelik, Serokê Giştî yî Partiya Sosyalîsta Kurdistanê (PSK) Mesud Tek û çend siyastmedar û rewşenbîrên kurd beşdarî merasîma veşartina cenazeyê Şêx Mehmûd Yeşîl bûn.

Pişti xwendina telqîna Meleyî, Necip Yeşîlê kurê Şêx Mehmûd Yeşîl daxwaz kir ku Serokê Gişti yê PAKê Mustafa Özçelik axaftinekê bike.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik li ser gora Şêx Mehmûd Yeşîl wiha got:

"Ez spasîya malbata Apê Şêx dikim ku ev şeref û rûmet dane min da ku ez çend gotina di derbarê wî de bıbêjim. Nuha em wek malbata wî , wek nas û dost û heval û heskirîyên wî , wek welatperwerên Kurd di vê rêwîtîya wî ya dawî de, em li gel Apê Şêx in. Em bi wefata wî gelekî xemgîn in. Lê em bi wî serbilindin jî. Xwedê bi rehma xwe şa bike. Cihê wî bihuşt be.”

Teziyeya Şêx Mehmûd Yeşîl rojên 10.11.12-05.2016ê li dê li Amedê mala tazîyeyê ya "Temiranlar" bê danîn.