Rewşa birîndarekî xwepêşandana Mehabadê baş nîne

10-05-2015
Omîd Berîn
A+ A-
Ormiye (Rûdaw) – Hat zanîn ku rewşa birîndarekî xwepêşandana bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê baş nîne.

Roja 7ê vê mehê li bajarê Mehabadê, xwepêşandanek ji bo şermezarkirina mirina bi guman a keça kurd Ferînaz Xusrewanî hatibû lidarxistin lê xwepêşandan rastî mudaxeleya tûj a hêzên ewlehiyê yên Îranê hatibû û di bûyeran de bi dehan kes birîndar bibûn ku hinek ji wan bi gulleyên polîs birîndar bibûn.

Hat gotin ku rewşa birîndarê bi navê Akam Telac piştî du caran neştergerî hîn jî kirîtîk e.

Li gorî agahiyên  Rûdawê, piştî ku Akam roja 7ê vê mehê li ber avahiya Hotêl Tara ya Mehabadê birîndar bibû, biribûn nexweşxaneya Îmam Xumêynî ya bajêr lê ji ber sedemên ewlehiyê ew biribîn nexweşxaneya Îmam Xumêynî ya bajarê Ormiyê û du caran hatibû ameliyatkirin.

Çavkaniyekî ji nexweşxaneya Îmam Xumêynî ya Ormiyê ji Rûdawê re got, Akam Telac bi tivingê birîndar bûye û zêdetirî 40 saçme û perçeyên gulleyan li patik û zikê wî ketine.

Rayedarên polîs ên Îranê jî gotibûn, birîndaran bûyera Mehabadê hemû li ser piyan hatine dermankirin û birîna ti birîndarekî giran nîne.

Li gorî agahiyan, di bûyera Mehabadê herî kêm 25 kes birîndar bibûn ku 7 ji wan polîs bûn.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst