Efkan Ala: Em hêvîdar in di dawiya nîsanê de gavên girîng bibînin

10-04-2025
RÛDAW
Nîşan Efkan Ala AK Partî Pêvajoya Aştiyê PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwekîlê AK Partiyê Efkan Ala derbarê pêvajoya “Tirkiyeye bêteror” de got ku ew hêvîdar in di dawiya meha nîsanê de gavên girîng bibînin û PKK bi hemû pêkhateyên xwe biryara fesixkirinê bide.

Serokwekîlê AK Partiyê Efkan Ala derbarê pêvajoya aştî û çareseriyê de bo medya Tirkiyê axivî.

Efkan Ala derbarê pêvajoya aştî û çareseriyê de amaje bi wê yekê da ku pêwîstî bi bernameyekê heye û divê di demeke kurt de bê amadekirin.

Ala diyar kir ku banga Ocalan zelal e û divê PKK bi hemû pêkhateyên xwe çekan deyne û xwe belav bike.

Ala wiha axivî, "Serokkomarê me di mijara çareserkirina pirsgirêkê de îradeya xwe nîşan da.

Pêvajoya Tirkiyeya bêteror wekî ku me pêşbînî dikir berdewam dike.

Astengiyek an rawestandinek nîne. Ez bawer im ji bo encamgirtinê em gav bi gav pêş de diçin.”

Îro Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Şandeya Îmraliyê ku ji Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder pêk tê li ser pêvajoyê dicivin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst