Li Rihayê agir bi kargeha tekstîlê ket

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rihayê agir bi kargeha tekstîlê ket û tîmên îtfaiyeyê hewl didin ku agir vemirînin.

Li Herêma Sanayiya Organîze ya 2yem ji ber sedema ku hîn jî ne diyar e, agir bi kargeha tekstîlê ket.

Li ser agahdarkirinê gelek ekîbên îtfaiyeyê û ambulans çûn cihê şewatê.

Agir di demeke kin de gur bû û belav bû.

Tîmên îtfaiyeyê hewl didin ku agir vemirînin.

Dûyê ku ji agir radibe, ji gelek aliyên bajêr ve xuya dike.